Li Hewlêrê Duyemîn Konferansa Torîzimê Hate Organîze Kirin
Di vê konferansa han de ku, Parêzgarê Hewlêrê û hijmareke din ji Rayedarên îdarî û siyasî, Mamoste û Psporên warê torîzimê jî tê de beşdarbûn, çendîn peyv û gotar hatin pêşkêş kirin û komîteya torîzimê ya Kurdistanê jî raporta xwe pêşkêş kir.
Piştî bi dawî hatina gotar û raportan konferans dest bi karên xwe kir û biryare sê rojan berdewam be.
