• Monday, 09 February 2026
logo

Serê Kaniyê: Şer sekinî,fermandariya artêşa azad êrişên ser YPG şermezar kir

Gulan Media November 20, 2012 Nûçe
Serê Kaniyê: Şer sekinî,fermandariya artêşa azad êrişên ser YPG şermezar kir
Şeva borî piştî pevçûnên dijwar di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û grûpên çekdar yên ser bi opozisyonê li bajarê Serê Kaniyê ku wan grûpan êrişî xwepêşandanên gelê Kurd kirin û serokê encûmena Serê Kaniyê kuştin, YPG`ê li hemberî wê êrişê bê deng nema û êrişî grûpên çekdar kir û di encamê de 3 endamên YPG`ê jiyana xwe ji dest dan û di nava grûpên çekdarî de gelek kuştî û birîndar çebûn.

Her weha piştî wan pevçûnan, encûmena leşkerî ya Artêşa Azad bi daxûyaniyekê ew êrişên grûpên çekdar yên li Serê Kaniyê Şermezar kirin û bang kir ku divê bilez ew fitneye bê vemirandin. Her weha dan zanîn ku ew hewl didin ku navbeynkariyê di navbera her du aliyan de bikin.

Endamê Encûmena Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Seyda jî ji aliyê xwe aşkira kir ku ew weke Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) peywendî li gel (ENKS) û (PYD) û grûpên çekdar re kirine û ewê bi zûtirîn dem agirbest bikin û dîlên her du aliyan bêne serbest berdan.

Her di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê duh danê şevê 14 termên ser bi grûpên çekdar yên xwe ser bi artêşa azad ve dihesibînin radestî wan kirin.

Duh danê sere sibê dema ku Desteya Bilind a Kurdî amadekariya xwepêşandanekê bi navê “Bila xelkê Serê Kaniyê vegerin cih û warên xwe” dikirin, grûpên çekdar êrişî gel kirin û serokê Encûmena Gel yê rojavayê Kurdistanê yê bajêr Abid Xelîl terror kirin û 5 welatiyên din jî birîndar kirin.

Xendan
Top