‘Ji bo dawîkirina grevê gotinên Ocalan bi bandor bûn’
Recep Tayîp Erdogan di vegera ji Misrê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser pirsa çi çêbû dawî li greva birçîbûnê hat? Erdogan got: “Hûn dizanin Îmraliyê heta malbata xwe jî ne di pejirand. Lê vê carê malbata xwe pejirand. Mehmet Ocalan çû giravê û ji bo bi dawî hatina greva birçîbûnê peyama Îmraliyê jî bi bandor bû. Em berê jî ne li dijî wê yekê bûn biçin gel. Me berê jî ev di got. Me germ temaşeyî çûna parêzeran ne dikir, lê malbata wî her demê dikare biçe.”
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan derbarê pirsa ti soz hatine dayîn? Wiha got: “Ez vekirî bêjim, tiştek wisa nîne. Bernameya me ya ji bo başûr rojava (Werger: Bakurê Kurdistanê) di bernameya partiya me de heye. Hûn dixwazin jêre bêjim pirsgirêka başur rojava yan jî pirsgirêkek din, ji bo wê pirsgirêkê bernameyeke me ya çareseriyê heye. Me heta 2005an wisa dom kir. Piştî wê em cûdatir temaşeyî bûyerê dikin. Ji ber mesafeyên pêwîste bên girtin hene. Baweriya gelê wê herêmê ji bo AKPê heye.”
Rudaw
