Serok Barzanî li gel Encûmena Niştimanî ya Kurdî Sûrî civiya
ENKS di beyannamekê de ku wêneyek gihîştiye destê Xendanê ragihandiye ku, Serokê Herêma Kurdistanê bi germî pêşwazî li mekteba emaneta giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî kiriye û di hevdîtinê de li ser gelek babetên girêdayî bi rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurd bi taybetî hatine gotûbêj kirin.
Her weha di beyannameyê de hatiye diyar kirin ku di cîvînê de rewşa di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê jî hatiye goftûgo kirin.
Her weha Serokê Herêma Kurdistanê derbarê peymana Hewlêrê de teqez li ser yekîtiya rêz û helwesta Kurdî kiriye û daye zanîn ku divê aştî û aramî di navbera hemû pêkhateyan de bê parastin û divê peymana Hewlêrê bê aktîv kirin.
Li gor beyannameyê Serok Barzanî piştevaniya Herêmê bo hêvî û daxwaziyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tekez kiriye û bal kişandiye ku pêwîste Kurd talukeyên li navçeyê ber çav re derbas bikin bilêv kiriye, her weha divê Kurd ji her demi zêdetir rola xwe ya serekî di vî warî de bilîze.
Di heman civînê de li ser hejmarek pirsên din hatiye gengeşe kirin ku di xizmeta berjewendiyên gelê Kurd debe û û li ser wê yekê hatiye lihevkirin ku divê berjewendiyên gel û niştiman bi ser hemû berjewendiyê hizbî û takekesî yên teng de bin.
Xendan
