Li Serêkaniyê êrişa Artêşa Azad: Serokê Meclisa Gel hat kuştin
Li gor nûçeyeke Ronahî TV li bajarokê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê serokê meclisa gel Abid Xelîl di encama êrişên grûbekî çekdar de hatiye kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî diyar kir ku dema endamên meclîsa gel ku Serokê Meclîsa Gel yê Sêrêkaniyê ji di nav de bû xwestin vê aloziya li bajêr bi dawî bikin û gel ji bo beşdarî meşa îro bibin, di nava xebatan de bûn. Lê komên çekdar gule li wan reşandin û di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û ciwanek navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dane û 5 kes birîndar bûne.
Çavkaniyek ji rojavayê Kurdistanê jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re got: “Li gor agehdariyên ku me bihîstine, Grûba El-Sam a girêdayî Artêşa Azad êrişî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kiriye. Di encamê de serokê meclisa gel hatiye kuştin.” Heman çakvaniyê diyar kirk ku şer û pevçûn didomin û 5 endamên YPGê jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyê diyar kir ku bûyera Serêkaniyê mijarekî giringe, ne tenê karê partiyekê ye û divê Desteya Bilind a Kurd bikeve tevgerê. Heman çavkaniyê got: “Ev pekrewanên gelê kurd in, xebata wan ji bo îradeya herdu Encûmenên Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) e. Êrişên îro yên Artêşa Azad gefên li ser îradeya gelê Kurd in.”
Rudaw
