• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê dadê yê Tirkiyê: Ger pêwîst bike wê ligel Ocalan bicivin

Gulan Media November 19, 2012 Nûçe
Wezîrê dadê yê Tirkiyê: Ger pêwîst bike wê ligel Ocalan bicivin
Wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergin piştrast kir ku ji bo bi dawîkirina greva birçîbûnê navbera MİT û Abdullah Ocalan de hevdîtin çêbûye û got: “Di demek ku pêwîstî pê hebe hevdîtin çêbûne û wê çêbin.”

Li gor rojnameya Radîkal a Tirkiyê, wezîrê dadê Sadullah Ergin bersiva pirsên derbarê bi dawî kirina greva birçîbûnê, şert û mercên Îmraliyê da.

Wezîrê dadê Sadullah Ergin li ser pirsa ‘Ji bo bi dawîkirina greva birçîbûnê navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û MİT’ê de hevdîtin çêbûye?’ wiha got: “Me di nava demê de bi dehan car îfade kir. Hêzên ewlekariya dewletê di demên ku pêwîstî pê hebin, ev hevdîtin pêkanîne û wê pêkbînin jî.”

Sadullah Ergin diyar kir ku ji bo hevdîtina ligel Ocalan ti pirsgirêk nîne û ligel malbata xwe hevdîtinê dike. Ergîn destnîşan kir ku ji bo hevdîtina parêzeran a ligel Ocalan pirsgirêk hene. Ergin diyar kir ku ji bo kesên dest ji grevê berdane tedbîrên tibbî yên pêwîst tên kirin.

Rudaw
Top