Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraq kir
Li hevdîtinê de, pêwendiya du aliya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê hate nirxandin ku berjewendiya hevbeşa her du gelê Kurdistan û Tirkiyê mîsoger bike û li vî warî de Serok Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya li ser karê hevbeşa bi navê pêşxistina pêwendiya dostayetiya du alî dûpatkir, bi taybetî mikumkirina pêwendiyên stratejik ku sûd ji bo her du aliyan li warên siyasî, aborî, bazirganî, geşepêdan û veberhênanê de hebê.
Balyozê Tirkiye jî rola Serok Barzanî ya li berfirehkirina asoya alîkariya li gel Tirkiyê de bilind nirxand û dûpatkir ku pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêmê pêşketineke ber bi çave û ev pêwendî jî li navçeyê de bûye sedema parastina aramiyê û welatê Tirkiye jî li ser pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê berdewame û dixwazin berev pêştir jî bibin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û pêşketinên dawî ya rewşa Suriye û her wiha komek babet ku cihê girîngîpêdana her du aliyane, danustandina bîr û ramanan li ser kirin.
