Aloziya li kampa Mexmurê bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hêzên asayîşê xwestin vê sibehê saet 09.30'an bi çek derbasî Wargehê bibin, rastî nerazîbûnên gel hatin û bû sedema aloziyan. Gelê wargehê ku agahî bihîst bi temamî kom bû di gengeşeya ku derket holê de erebeyên asayîşê hatin parçekirin û nuqteya asayîşê ji aliyê gel ve hat xerakirin. Di alozîya ku rû da de ji gelê wargehê 5 kes bi awayekî sivik birîndar bûn. Ji aliyê gel ve jî di nav wan de 2 kileş, 2 tabance, 2 bêtel û gelek çekên asayîşê hatine desteserkirin. Piştî bûyer mezin bû di navbera qeymeqamê navçeya Mexmûr Îbrahîm Şêxullah Îbrahîm, midûrê asayîşa Qeza Mexmûrê Ferman û endamê karê derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Polat Çelê, hevserokên meclîsa îştar Selamet Erdoğan û Yusuf Kara de hevdîtin çêbû.
Di hevdîtinê de sê daxwazên gel hatin pejirandin û evin;
*Divê asayîş ji wargehê were dûrxistin, ji ber wargeheke siyasî ye.
*Pirsgirêka ziman were çareserkirin ango polîsên bi zimanê Kurdî zanin werin erkdarkirin.
*Hêzên leşkerî û polîsan bêyî destûra gel derbasî wargehê nebin.
Piştî hevdîtinê endamê Karê Derve yê wargehê Polat Çelê derket pêşberî gel û naveroka hevdîtînê ji gel re ragihand. Gel, polîsê girtibû serbest berda, sîleh û malzemeyên ku hatibûn desteserkirin jî hatin teslîmkirin.
Qeymiqamê Mexmûrê Îbrahîm Şêxellah di dema bûyeran de ji Rûdawê re got: “Di navbera polîsên rêveberiya kampê û welatiyên kampê de jihevnegihiştinek çêbû, di encamê de welatiyên kampê êrişî polîs û rêveberiyê kirin. Lê zû ji aliyê polîsên Mexmûr ve bûyer hat kontrolkirin.”
Rudaw
