Li Şemzînan 5 leşker hatin kuştin
Li gor çapemeniya Tirkiyê, li Şemzînan di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyê de şer çêbûye. Li gor malpera televizyona NTV, 5 leşker hatine kuştin û leşkere jî birîndar bûye.
Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) xwe dispêre çavkaniyên herêmî û diyar kir helîkopterek ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin. Rayedarên Qeymeqamtiya Şemzînan jî diyar kirin ku helîkopter nehatiye xistin, li herêmê pevçûn berdewam dikin û
hêzên taybet sewqî herêmê tên kirin.
Rudaw
