• Monday, 09 February 2026
logo

Qeymiqamê Mexmûr: Bûyer ji ber jihevtênegihiştinê çêbû

Gulan Media November 18, 2012 Nûçe
Qeymiqamê Mexmûr: Bûyer ji ber jihevtênegihiştinê çêbû
Li gor agehdariyên welatiyên kampê îro danê sibehê du otomobîlên leşkerên Iraqê yên ji Baqertê hatibûn, bêyî ti sedemekê nîşan bidin xwestin bikevin kampa penaberan a Mexmûrê. Qeymiqamê Mexmûrê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Ji ber jihevtênegihiştinê di navbera welatiyên kampê û leşkeran de şer çêbû û niha bûyer hatiye kontrolkirin.”

Kesek ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re got: "Du otomobîlên leşkerên Iraqê şeva din ketin kampê. Îro jî du otomobîlên leşkerî dîsa xwestin bi çekan ve bikevin kampê."

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re diyar kir gel li hemberî wan nerazîbûn nîşandaye, li hemberî vê yekê ew leşker ji kampê derxistine û polîsek dîl girtine û niha di destê wan de ne.

Welatiyê bi navê Hacî Birahîm derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Gel leşkerek Ereb ê ji Baqertê girtine û niha di destê wan de ye. Leşkerên din jî hemû reviyan û erebeyên wan hatin şikênandin. Niha hemû gel li seytereyê kom bûye.”

Li ser pirsa polîsên li seytereyê çi bersiv nedan, navbirî got: “Seytere ne di destê pêşmergeyan de ye û di destê hikûmeta navendî de ye. Despêkê du erebe hatin, piştre jî derdora 6 erebeyan hatin û nekarîn bikevin kampê.” Hacî Birahîm got: “Gel gelek li wan leşkeran xistin.”

Qeymiqamê mexmûrê Îbrahîm Şêxellah jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Di navbera polîsên rêveberiya kampê û welatiyên kampê de jihevnegihiştinek çêbû, di encamê de welatiyên kampê êrişî polîs û rêveberiyê kirin. Lê zû ji aliyê polîsên Mexmûr ve bûyer hat kontrolkirin.”

Rudaw
Top