• Monday, 09 February 2026
logo

Hemasê balefira Îsraîl a F-16 xiste xwar

Gulan Media November 18, 2012 Nûçe
Hemasê balefira Îsraîl a F-16 xiste xwar
Rêxistina Hemas ya Filistînê ragihand ku wan balefireke şer ya Îsraîl ji tîpa F-16 xistiye û 2 pîlot li cem wan dîl in (esîr).

Îsraîlê ragihandibû ku balefireke wan wenda bûye. Lê Tugeya Îzedîn Qasim a girêdayî beşê leşkerî ya rêxistina Hemasê li ser hesabê xwe yê înternetê ragihand ku wan balefireke şer ya Îsraîl a tîpa F-16 bi moşekê (fûze) xistiye xwar.

Her weha bi navê rêxistina Hemasê jî di gelek malperan de hate belavkirin ku piştî xistina balefire, 2 pîlot jî dîl hatine girtin. Ji aliyekî din ve, yek ji rêberên Hemasê Mûşîr El Misirî ji dengê Rûsiyayê re ragihandiye ku 'ev cara yekê ye di dîroka têkoşîna berxwedana Filistînê de, mucahîdan balefireke moderen ya rejîma dagirker a tîpa F-16 tînin xwarê.'

Avestakurd
Top