• Monday, 09 February 2026
logo

Fransa balyozxaneya mûxalifeta Sûriyeyê pejirand

Gulan Media November 18, 2012 Nûçe
Fransa balyozxaneya mûxalifeta Sûriyeyê pejirand
Hevpeymaniya Neteweyî ya Sûriyeyê ku nû ji aliyê beşên mûxalefeta Sûriyeyê ve hat damezrandin, balyozê xwe yê Fransa diyar kir.

Ev yek ji aliyê Serokkomarê Fransayê François Hollande yê ku bi serokê komê Ehmed Mûaz el Xetîb re li Parîsê hevdîtin pêk anî ve hat eşkerekirin.

Fransa yekem welatê Rojava ye ku Hevpeymaniya Neteweyî ya Sûriyeyê wekî yekane nûnerê rewa yê vî welatî nas dike. Li aliyê din Tirkiyeyê jî heman hevpeymanî di hundirê vê hefteyê de nas kiribû.

Ahmed Mûaz el Xetîb ji bo alîkariyan spasiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Fransa kir û li hemberî rejîma Sûriyeyê ji civaka navneteweyî ewlekarî û garantî xwest.

Xetîb eşkere kir ku ji bo balyozxaneya wan a li Parîsê Mûnzûr Makhus hatiye tayînkirin.

Li aliyê din ajansa navdar Associated Press biryara Fransa wekî ‘surprîz’ bi nav kir. Ajansê diyar kir ku dihat payîn Fransa balyozê mûxalefetê pesend bike, lê belê bi kêmanî dihat çaverêkirin ku heta hikûmeta demkî neyê avakirin ev daxwaz ji aliyê Fransayê ve neyê qebûlkirin.

Di pêvajoya heyî de daxwaza serekî ya Fransa çekdarkirina mûxalefeta Sûriyeyê ye. Serokomarê Fransa François Hollande û Wezîrê Navxwe yê Fransa Laurent Fabius gotin ku di civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ku roja duşema bê tê lidarxistin de dê rakirina gemaroya çekan ya li ser Sûriyeyê bixin rojevê.

Fabius îdîa kir ku bi şandina çekan re dê gelê Sûriyeyê bikaribe xwe li hemberî êrîşên rejîma Esed biparêze.

Yekîtiya Ewrûpayê di Gulana 2011’an de gemaroya çekan danibû ser Sûriyeyê.

Li aliyê din tê payîn Fabius di civîna wezîrên karên derve de banga nasîna Hevpeymaniya Neteweyî ya Sûriyeyê bike.

Rudaw
Top