• Monday, 09 February 2026
logo

Îran îro 27 çalakvanên kurd darve dike

Gulan Media November 17, 2012 Nûçe
Îran îro 27 çalakvanên kurd darve dike
Biryare îro hikûmeta Îranê 27 çalakvanên siyasî yên kurd bi tometên cûr bi cûr darve bike. Siyasetmedarekî kurd di vê derbarê de wiha dibêje: “Divê ev tawan bê zermezarkirin, pêwîste hemû parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin kurdên rojhilat.”

Parlamenterê lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê yê parlamentoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman li ser tora civakî ya Facebookê wiha got: “Rejîma Tehranê biryar daye ku îro (17.11.12) 27 çalakvanên siyasî yên kurd bi awayên cûda cûda darve bike, bêyî dadgehkirina vekirî û yasayî.”

Ajansa Nûçeyan a Îranê Farsê jî li ser zimanê wezareta navxwe ya Îranê belav kiriye ku çend sîxûr û tometbar hatine girtin û armanca wan ew bû, karê xirabkirinê bikin û girêdayî dezgehekî sîxûrî ya rojavayî ne. Di nûçeya Farsnewsê de tê gotin ku terorîstan xwestine li parêzgeha Xuzistanê asayîş û aramiya welatiyan têk bidin û kar li ser enerjiya wî bajarî bikin.

Parlamenterê kurd Mehmûd Osman dibêje: “Em di demek ku bi tundî vê tawanê şermezar dikin, daxwaz ji ciwanên neteweya xwe yên li hemû parçeyên Kurdistan û derve dikin ku vê yekê şermezar bikin û piştgiriya kurdên rojhilat bikin.”

Mehmûd Osman got: “Em daxwazê ji civaka navneteweyî dikin ku zextê li Îranê bikin, ji bo vê darvekirinê encam nedin û li ser daxwazên gelê kurd ên li rojhilatê Kurdistanê mikur bên.”

Rudaw
Top