• Monday, 09 February 2026
logo

‘Ez dijminê kurda me û ezê wekî dijminê jî bimînim’

Gulan Media November 15, 2012 Nûçe
‘Ez dijminê kurda me û ezê wekî dijminê jî bimînim’
Berpirsê desteya kargêriya polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ragihand ku fermandarê fermandeya operasyonên Dîcle Ebdulemîr Zeydî gotiye, ez dijminê kurd im û ezê wekî dijmin jî bimînim.

Îro Mele Bextiyar di 16. Festefîla Gelawêj a Silêmaniyê de gotarek pêşkêş kir. Mele Bextiyar eşkere kir ku heftiya borî fermandarê operasyonên Dîcle Ebdulemîr Zeydî heftiya di civînekî nehênî de wiha gotiye: “Ez dijminê kurd im û ezê wekî dijmin jî bimînim.”

Fermandarê operasyonên Dîcle Ebdilemîr Zeydî di yekem hevpeyvînê de li gel rojnameyeke kurdî, heftiya borî ji Rûdawê re gotibû: “Hemahengiyeke pirr baş di navbera me û hêzên pêşmergeyan de heye.”

Rudaw
Top