• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî 228 Saliya Damezrandina Bajarê Silimanî Pîroz Kir

Gulan Media November 15, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî 228 Saliya Damezrandina Bajarê Silimanî Pîroz Kir
Bi minasebeta hatina 228 saliya damezrandina Bajarê Silimaniyeyê Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî xelkê Silimaniyeyê kir.

Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de gotiye: Bi minasebeta 228 saliya damezrandina Bajarê Silimaniyeyê pir ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê bi giştî û Şîniyên Silimaniyeyê bi taybetî dikim.

Bajarê Silimaniyeyê ji destpêka damezrandina xwe ve Bajarek bûye têjî ji bizava Rewşenbîrî, Hunerî û Şoreşgerî lewre bi dirêjahiya temena xwe navendeke mezin ya Şoreş, Şoreşgeran, Rewşenbîrên mezin Şaêr û Çalakvanên mezin bûye, dengê dijî Dagîrkeran û dengê dijî zilm û stema Stemkaran di nava vê Bajarê de her tim dengek bi cesaret û bilind bûye û xelkê Silimaniyeyê jî di nava Şoreşên Kurdistanê de gelek qurbanî dane û dastanên qehremanî yên bêhempa tomar kirine.

Jiber ev hemu xebat û qurbanîdan bo Gel û welat Bajarê Silimaniyeyê bi Bajarê helmet û qurbanî hatiye nasîn, Rewşenbîr û Nivêskarên wisa jê derketine ku, bûne sedema vê yekê ku, Silimanî hêjayê vê yekê be mirov jê re bije paytexra rewşenbîriya Kurdistanê.

Careke din bi vê minasebeta han pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Silimaniyeyê dikim û hêvî dikim her tim bi pêşkeftî biminin.

Birayê we

Mesrûr Barzanî

14.11.2012
Top