Serokê Herêma Kurdistanê hatina sala nû ya Koçî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir
Li salvegera koça pîroza pêxember û şefî'ê me yê mezin Mihemed Mistefa (S.X.L) û hatina sala 1434 a nû ya koçî ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xuşk û birayên misilmanê Kurdistan û hemû misilmanên Iraq û cîhanê dikim.
Hêvîdarim sala nû ya koçî, sala pir bi xêr û bereket û sala serfiraziya gelê Kurdistanê û pêkanîna Iraqekî Demokrat û federal bê ku têda hemû gelên Iraqê bi mafên xwe yên rewa şad bibin.
Helbet li vê hel û merca nasik û dijwar de pêwîstiya me bi yekrêzî û hev helwestiyê li bergirîkirina destkeft û mafên xwe de heye, ji bo wê yekê îro bi hemû netewe û olên xwe ve bi heq roja yekbûn û yekxistina îradeya gelê meye.
Ev salvegera pîroz peyameke ji bo redkirina zulm û sîtema mezine ku em weku gelê Kurdistanê û Iraqê divê pend jê werbigrîn û beramber bi ax û nîştimana xwe wefadar bîn û bi hemû hêz û şiyanek ve hewlên ciddî ji bo pêkanîna wan armancên neteweyiyan bidîn ku şehîdên me yên serbilind bi wê navê da şehîd bûn.
Carekî din vê salvegera pîroz li hemû misilmanan pîroz dikim û gelê Kurdistan û Iraqê jî herdem serfiraz û azad bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29 Zilhucce 1433
14 Tişrîna Duyem 2012
