• Monday, 09 February 2026
logo

Bila sala nû a koçî peyama lêbihurîn û pêkvejiyanê bigehîne hemû mirovatiyê

Gulan Media November 15, 2012 Nûçe
Bila sala nû a koçî peyama lêbihurîn û pêkvejiyanê bigehîne hemû mirovatiyê
Bi minasebeta sla nû akoçî. Serokatiya hikûmeta Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî misilaman dike, ev jî teksta wê ye:

- Bi minasebeta hatina sala nû a koçî, sala1434ê, û koça bi rûmet a pêxemberê xweda Mihemed (silavên xwedayê mezin li ser bin) gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî misilmanên Kurdistan, Îraq û tevaya cîhanê dikîn. Em hêvîdar in ku, ev minasebeta bi rûmet bibe sedema xêr, xweşî, aşitî û aramiyê bi hemû aliyan û peyama lêbihurîn û pêkvejiyanê bigehîne hemû mirovatiyê.

Bi hêviya ku, sala nû a koçî, bo gelê Kurdistanê û Îraqê sala serketin, avadanî û pêşkeşkirina xozmetên baştir be.

Bi vê minasebetê, hikûmeta herêma Kurdistanê, pabendiya xwe bi karkirin û xebatên berdewam yên ji bona bidestveanîna hêvî û daxwazên hevwelatiyên Kurdistanê û ji bona avadankirin û dabînkirina jiyaneke xweş bo kurdistaniyan, nû dike.

Careke din sersala nû a koçî pîroz be û hemû rojên we her şadî û bextewerî bin.


Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê
14.11.2012
Top