Amerîka dibe mezintirîn hilberînerê petrolê
Ajansa Enerjiya Navneteweyî (IEA) di rapora xwe de nivîsand ku di warê hilberîneriya petrolê de sedemê asta bilindbûna DYA’yê pêşkeftinên ji zinarên bixur û gilî bidestxistina petrolê ne. Pêşkeftinên ji zinarên gil û bixurî (Bi Îngilîzî: schist) bidestxistina petrolê, rê li ber DYA’yê vedike ku zêdetir bibe xwedî çavkaniyên enerjiyê.
Her di heman rapora IEA’yê de pêşbînî dike ku ta sala 2035’an dê tenê çavkaniyên enerjiyê yên DYA’yê “bi temamî têra wê bike.”
Petrola şîst bi rêbaza ku wekî şikandina hîdrolîk nasîn, bi şidî pompekirina madeyên kîmyewî, xîz û avê ji zinarên binerdî tê derxistin.
Li aliyê din li gorî hinek pisporên pêwendîdar, rêbaza şikandina hîdrolîk rê li ber erdhejan û qirêjbûna çavkaniyên avê vedike. Lê belê li hemberî vê nêrînê rayedarên pîşesaziya petrola şîstê dibêjin ku ev rêbaza navborî ewle ye û ti xetereya wê tune ye.
IEA pêşbînî dike ku di 2020’an de DYA rojane 11,1 mîlyon bermîl petrolê û Erebistana Siûdî ya niha di dinyayê de mezintirîn hilberînerê petrolê ye jî rojane 10,6 mîlyon bermîl petrolê hilbiberînin. Di rewşa heyî de Amerîka ji sedan 20 pêdiviya xwe ya enerjiyê hawirde dike.
Di heman demê de li gorî rapora navborî dê DYA di sala 2015’an de dê bibe mezintirîn hilberînêrê gaza xwezayî ku niha di dinyayê de ev yekemînî di destê Rûsyayê de ye.
Tişta nayê pêşbînîkirin ew e ku gelo bi vê pêşkeftinê re dema dinya ber bi salên 2020’an û 2035’an ve diçe, Rojhilata Navîn dê aloztir be yan aramtir.
Rudaw
