Wezîrê dadê yê Tirkiyê: Di rojeva me de darvekirin nîne
Ev çend heftîne serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan behsa carek din vegerandina cezayê darvekirinê dike. Duh serokê MHPê Devlet Bahçelî jî di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de bang li Erdogan kir ku yasayê bênin parlamentoyê û ji bo carekî din cezayê darvekirinê vegere.
Piştî van daxuyaniya wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergin mijara darvekirinê nirxand. Ergin got: “Divê ti kes li ser mijara darvekirinê siyasetê neke.” Ergin diyar kir ku êdî pêkanîna darvekirinê di warê yasayî û pratîk de nemaye û got: “AKPê di sala 2004an de di vî warî de sererastkirinekî yasayî kir.”
Li ser mijara darvekirinê, parlamenterê AKPê yê Amedê Galip Ensarioglu jî got: “Ez li dijî cezayê darvekirinê me. Birêz serokwezîr got em vê binirxînin, ez di van nirxandinan de li aliyê deng li ser nadim im. Em dikarin di her warî de binirxînin, di vê mijarê de jî em dikarin binixînin, serokwezîr nabêje bila darvekirin bê. Niha pêşnûmeyekî bi wî awayî nîne. Lê ez berê jî li dijî darvekirinê bûm, niha jî li dijim û ezê sibe jî li dij derkevim.”
Rudaw
