Kerkûk bi teqînan hejiya: 8 mirî û 36 birîndar
Teqîn bi otomobîlên bombebarkirî çêbûn. Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku otomobîla yekemîn li nêzî avahiya eniya Tirkmenan a li ser rêya Bexda ya li Kerkûkê çêbû û bû sedemê birîndarbûna 4 kesan. Herwiha 2 otomobîlên din li navçeya Feyleqî ya dikeve başûrê Kerkûkê û li nêzî baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) teqiya û 2 kes birîndar bûn. Herwiha teqînekî din jî li nêzî geraca bajarokê Hewîce çêbû, 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Di vê derbarê de çavkaniyeke polîsên Kerkûkê ji Sumeriyenews re got: “Di encama teqînan de 8 kes mirine û 36 kes jî birîndar bûne.” Ajansên nûçeyan jî diyar kirin ku îro danê sibehê li Bexdayê jî otomobîlekî bombebarkirî hat teqandin û 7 kes birîndar bûn.
Du teqîne li bajarê Babil navenda Bexdayê jî çêbûn. Teqîna yekemîn di encama otomobîlekî bombebarkirî de li nêzî bazarekî millî ya bajarokê Hemze ya rojavayê Hîle çêbû. Di encamê de jî 43 kes bûn qurbanî. Li nêzî dibistanekî seretayî ya li bajarokê Medhetiye ya li başûrê Hîle teqînek çêbû, di encamê 11 kes birîndar bûn. Li bajarokê Beled Zor (30 km dikeve başurê Baqûba) teqînek çêbû û 6 welatî birîndar bûn. Li nêzî navçeya Tehrîr jî teqînek çêbû, kesek birîndar bû û zererên maddî çêbûn.
Rudaw
