• Monday, 09 February 2026
logo

Li Îranê helîkopter ket: 9 mirî

Gulan Media November 14, 2012 Nûçe
Li Îranê helîkopter ket: 9 mirî
Li Îranê li navçeya Melek Abad, helîkoptereke ku nexweş vediguhestine nexweşxaneyê ketiye xwarê. Di encama ketina helîkopterê de 9 kesa jiyana xwe wenda kiriye.

Li Îranê helîkopterek ket. Li navçeya melek Abad, helîkoptereke ku 5 nexweş vediguhestine nexweşxaneyê ketiye xwarê. Di encama ketina helîkopterê de 9 kesa jiyana xwe ji dest daye û kesek jî brîndar bûye.

Ajansa Nûçeyan a Fars, diyar kiriye ku, helîkoptereke aîda hêzên hewayî li bajarê Meşhedê ketiye. Helîkopterê, 5 kesên ku di encama qezaya trafîkê de brîndar bûne, li navçeya Melek Abadê vediguheste nexweşxanê û li ser rêya vegerê ketiye xwarê.

Avestakurd
Top