Wezîrê dadê: Ji bo grevê em dikarin ligel her kesî bicivin
Wezaretê dadê Sadullah Ergîn diyar kir daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de siyasî ne û wiha got: “Ji bo dawî li grevê bên hewldanên me berdewam dikin. Timî tendirûstiya wan di bin çavdêriyan de ye û ji bo dawî li grevê bê ez carekî din bang dikim. Di vê pêvajoyê de em amadene ligel her kesên niyeta wan a baş hene re bicivin.”
Atalay: Daxwazên ne rast nayên pêşwazîkirin
Li aliyê din cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay derbarê daxwazên girtiyan de axivî. Atalay got: “Em daxwazên ne rast peşwazî nakin.” Beşîr Atalay diyar kir ku di rojeva wan de nîne ku ligel BDPê bicivin.
Rudaw
