• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê Kurd jî xwedî heman mafên Ereb, Faris û Tirkan bin

Gulan Media February 8, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê Kurd jî xwedî heman mafên Ereb, Faris û Tirkan bin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet a li gel kanala Sky News Erebiyê de got, “Eger mafên destûrî yên Kurdan bi temamî werin dayîn ew hewcedarî çareseriyên din nabin.”

 Mesrûr Barzanî her wiha got, "Divê Kurd jî xwedî heman mafên Ereb, Faris û Tirkan bin. Em ne parçek ji pirsgirêkê, em her tim parçek ji çareseriyê ne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînê de li ser gelek mijarên krîtîk ên wekî pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, têkoşîna li dijî terorê, krîza budceyê ya bi Bexdayê re û mafê çarenivîsa Kurdan daxuyanî dan.

“Ji bo namzedê Serokkomariyê divê pêvajoya demokratîk bimeşe”

Mesrûr Barzanî behsa astengiyên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û hilbijartina Serokkomar kir û bi bîr anî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li seranserê Îraqê partiya ku herî zêde deng (zêdetirî 1,2 milyonî) wergirtine ye.

Barzanî li ser meqamê Serokkomariyê ku bi şêweyê kevneşopî para Kurdan e, ev nirxandin kir:

“Divê rêz li îradeya gelê Îraqê were girtin. Li gorî dab û nerîtan heger Şîe Serokwezîr û Sunî Serokê Parlamentoyê hildibijêrin, divê ew partiya ku li ser navê civaka Kurdî herî zêde deng wergirtine mafê wê hebe ku Serokkomar diyar bike.

Namzedê me Dr. Fuad Husên e û em bawer dikin ku ew ji bo vî meqamî kesê herî jêhatî ye.

Eger lihevkirinek çênebe, çareya tenê dengdaneke demokratîk e.”

“Metirsiya DAIŞê bi dawî nebûye”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirsên li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û hebûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê bersivandin û bal kişand ser wê yekê ku tevî salnameya 2026an jî metirsî berdewam dike.

Barzanî got, “Dibe ku DAIŞê ax winda kiribe lê bi temamî têkneçûye. Şaneyên razayî hîn jî metirsî ne.

Bi taybetî nezelaliya li Sûriyeyê û endamên rêxistinê yên ku serbest hatine berdan vê rewşê gur dikin.

Me her tim gotiye ku pêdiviya me bi piştgiriya hêzên Koalîsyonê heye.

Teror tenê bi rêyên leşkerî bi dawî nabe; heta ku neheqî, xizanî û dûrxistin berdewam bikin, rêxistinên radîkal dê her tim zemînekê ji xwe re peyda bikin.

Divê em van pirsgirêkan ji bingeh ve çareser bikin.”

Rexneya li Bexdayê: “Destûr tê binpêkirin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tundî rexne li bikaranîna budce û meaşên karmendan a wekî amûreke zextê ya ji aliyê Bexdayê ve girt û got:

“Me bi niyeta pak piştgirî da hikûmeta Sûdanî lê bikaranîna budceyê wekî ‘kaxezeke siyasî’ ya li dijî gelê Kurd nayê qebûlkirin.

Ev ne tenê êrişeke li ser mafên Kurdan e, binpêkirina temamiya Destûra Îraqê ye.

Destûr dibêje hemû Îraqî xwedî mafên wekhev in lê di pratîkê de em dibînin ku mafên Kurdan tên sînordarkirin.

Em naxwazin bibin parçek ji pirsgirêkê, em dixwazin bibin parçek ji çareseriyê lê em dev ji mafên xwe jî bernadin.”

“Xwedê ez Kurd afirandim”

Li ser pirsa “Te berê di hevpeyvînekê de gotibû ‘ez pêşî Kurd im, piştre Îraqî me’, eger dewlet hemû mafên te bide te, Îraqîbûn dibe pirsgirêk?” Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha bersiv da:

“Kurd bûn ne pirsgirêk e. Kesên ku nasnameya Kurdî wekî pirsgirêk dibînin, ew in ên ku rêzê li firehî û neteweyên din nagirin.

Xwedê ez Kurd afirandim, ez nikarim vê înkar bikim û ez pê serbilind im. Li kû dera cîhanê bijîm ez Kurd im.

Mesele ev e: Li Îraqê miameleya li hemberî me çawa ye?

Eger Kurd di van welatan de xwe wekî welatiyên wekhev hîs bikin û mafên wan ên destûrî bi temamî werin dayîn, ew hewcedarî çareseriyên din nabin.

Divê Kurd jî xwedî heman mafên Ereban, Farisan û Tirkan bin.

Em ne parçek ji pirsgirêkê, her tim parçek ji çareseriyê ne.”

Têkiliyên bi cîranan re

Mesrûr Barzanî li ser bandora pevçûnên li herêmê û tansiyona di navbera Amerîka û Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê diyar kir:

“Em ne alîgirê pevçûnan in. Em hêvî dikin ku alozî bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”

Barzanî tekez kir ku ew li dijî wê yekê ne ku Îraq û Herêma Kurdistanê bibin qada şer a pevçûnên derve û got:

“Em dixwazin li ser bingeha rêzgirtina dualî têkiliyên pozîtîf bi cîranên xwe re deynin.

Divê Bexda jî di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal be û Îraqê ji van aloziyan dûr bixe.”

 

Rudaw

Top