• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: PDK wek partiya herî mezin a Iraqê, mafê wê yê rewa ye ku namzedê Serokomariyê destnîşan bike

Gulan Media February 8, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî: PDK wek partiya herî mezin a Iraqê, mafê wê yê rewa ye ku namzedê Serokomariyê destnîşan bike

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvîneke taybet bi kanala "Sky News Arabia" re behsa guhertinên siyasî yên Iraq û herêmê kir. Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku PDK wekî partiya herî mezin a Iraqê, mafê wê yê rewa ye ku namzedê Serokomariyê destnîşan bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 7ê Sibata 2026an, di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser alozî û pêşhatên nû yên Rojhilata Navîn û nêrîna Herêma Kurdistanê ya ji bo seqamgîriya navçeyê şirove kir.

Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de tekez kir, parastina serweriya Iraqê xaleke sereke ye û got: "Gelê Iraqê di hilbijartinan de dengê xwe da, lewma divê hilbijartina Serokê Parlamentoyê û Serokwezîr bibe neynika daxwazên rastîn ên xelkê. Divê hemû alî rêzê li serweriya welat bigirin."

Herwiha Mesrûr Barzanî da zanîn ku pêwendiyên Iraqê yên ligel Amerîka û welatên navneteweyî ji bo aramiyê girîng in.

Derbarê avakirina hikûmeta nû û dabeşkirina postan de, Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew rêzê li sîstema siyasî ya Iraqê digirin û wiha pê de çû: "Hilbijartina Serokwezîr di stûyê birayên Şîe de ye û em rêzê li biryar û namzedê wan digirin. Posta Serokê Parlamentoyê pişka Sunneyan e û posta Serokkomariyê jî pişka Kurdan e. Serokkomar her çiqas Kurd be jî, dibe serokê hemû Iraqê."

"PDK li ser asta Iraqê partiya herî mezin e"

Mesrûr Barzanî bal kişand ser serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinan de û ragihand, PDK bi bidestxistina zêdetirî mîlyonek û 200 hezar dengî, bûye partiya herî mezin li seranserê Iraqê. Herwiha got: "Zêdetirî nîvê niştecîhên Herêma Kurdistanê dengê xwe dane PDKê. Ger em li gorî lojîka Şîe û Sunneyan tevbigerin ku namzedên postan diyar dikin, hingê mafê PDKê ye ku namzedê Serokkomariyê destnîşan bike."

Ji bo Serokomariyê "Pêvajoyeke Demokratîk"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku PDK dixwaze berjewendiyên giştî yên gelê Kurd biparêze û hewl dide ligel aliyên din li ser namzedekî hevbeş li hev bikin. Mesrûr Barzanî wekî rêçareyekê jî got: "Ji bo vê yekê em neçar in pêvajoyeke demokratîk, dadperwer û wekhev bi kar bînin; ew jî bi rêya hilbijartina namzedekî di nava Parlamentoya Kurdistanê de ye."

Ev hevpeyvîna Mesrûr Barzanî di demekê de tê ku Iraq di qonaxeke hestiyar a siyasî re derbas dibe û çavên hemû navendên dîplomatîk li ser hevsengiyên nû yên li Bexda û Hewlêrê ne.

 

 

 

Basnews

Top