• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê dadê: Ji bo grevê em dikarin ligel her kesî bicivin

Gulan Media November 14, 2012 Nûçe
Wezîrê dadê: Ji bo grevê em dikarin ligel her kesî bicivin
Wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn derbarê mijara greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJKê yên li girtîgehên Tirkiyê diyar kir ku ew samîmîne û dikarin di vî warî de ligel her kesê hevdîtinê bikin. Ergîn banga bi dawîkirina grevê kir. Cîgirê serokwezîr jî got: “Daxwazên ne rast nayên pêşwazîkirin.”

Wezaretê dadê Sadullah Ergîn diyar kir daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de siyasî ne û wiha got: “Ji bo dawî li grevê bên hewldanên me berdewam dikin. Timî tendirûstiya wan di bin çavdêriyan de ye û ji bo dawî li grevê bê ez carekî din bang dikim. Di vê pêvajoyê de em amadene ligel her kesên niyeta wan a baş hene re bicivin.”

Atalay: Daxwazên ne rast nayên pêşwazîkirin

Li aliyê din cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay derbarê daxwazên girtiyan de axivî. Atalay got: “Em daxwazên ne rast peşwazî nakin.” Beşîr Atalay diyar kir ku di rojeva wan de nîne ku ligel BDPê bicivin.

Rudaw
Top