Serok Barzanî: PKK Aliyeke Pirsa Kurde Û Bi Ocelanê Re Gêridayiye
Serok Barzanî di beşek ji vê hevpeyvîna han de behsa doza Kurd li Bakûrê Kurdistanê jî kiriye û gotiye: Bo çareser kirina doza Kurd beriya her tiştekî pêwîste agirbestekî du alî hebe û çek werin bêdengkirin û dibe di pêvajoya aştî û diyalogê de jî Ocelan jî bikarêbe rola xwe bilîze jiberku, PKK hîn jî girêdayî bi Ocelane.
Serok Barzanî di derbarê perwerdehiya bi zimanê zigmakî de jî diyar kiriye ku, perwerde bi zimanê zigmakî mafeke bingehîn ya her kesekiye lewre nabe Tirkiye ji vê yekê bitirse anjî xwe ji vê yekê veşêre.
Di derbarê meseleya Grevkarên Kurd yên di nava Girtîgehên Bakûrê Kurdistanê de jî Serok Barzanî gotiye: Daxwazên wan hatin bîstin dibe dewlet jî di vê derbarê de pêgnavên girîng bavêje.
Di bersifa pirseke Hesen Cemal ya di derbarê rewşa Deverê de jî Serok Barzanî gotiye: Dever dikele di vê rewş û di vê pêvajoya han de bi rastî nizamin ka ji vê metbexê çi xarinek derbikeve.
Di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî eşkere kiriye ku, peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de gelek başin û di vê derbarê de jî rola Hikûmeta AKPê roleke gelek girîng û erênî bûye.
Serok Barzanî herwiha gotiye: Baş bûna rewşa Kurdistanê di her warî de xizmeteke gelek girîng bi bihêz bûna wan peyvendiyan kiriye û bihêz bûna wan peyvendiyan jî dikare xizmeteke gelek baş ji rewşa siyasî û abûriya Deverê re bike.
Di bersifa pirseke din ya di derbarê rol û bandore PKK li ser peyvendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de jî Serok Barzanî gotiye: PKK ne hêzeke xirabkere belkû aliyeke doza Kurde.
Serok Barzanî diyar kiriye ku, bo çareser kirina doza Kurd îradeyek pêwîste, îradeyeke siyasî pêwîste ku bikarêbe bêyî fêde wergirtin ji çekan bi rêya aştî û diyalogê pirsa han çareser bike, lê hîn jî li Tirkiyeyê bo çareser kirina doza Kurd bi rêbazên aştiyane ti îradeyeke bi vê rengî tuneye, em di vê baweriyê dene ku, ev pirsa han vê her bi rêyên aştiyane were çareserkirin.
Di dirêjahiya vê hevdîtina han de Serok Barzanî di bersifa pirsekî ya di derbarê rola Ocelan ya di nava pêvajoya çareser kirina doza Kurd de jî gotiye: Dema mirov li nivîsên hin aliyan li Tirkiyeyê û raya giştî ya Tirkiyeyê û Kurd dimizîne vê demê fêm dike ku, dibe Ocelan jî di pêvajoya çareseriyê de rolek bilîze, hin jî PKKê girêdayî bi Ocelane.
Di derbarê rola Serok Barzanî ya bo miyancîgeriyê de jî Serok Barzanî gotiye: Bo çareser kirina aştiyane ya vê dozê çi bikeve ser me emê cihbicih bikin û eger her du alî gaveke biçûk jî bo çareseriya aştiyane bavêjin vê demê em jî amadene her cure hevkariyek pêşkêş bikin.
