• Monday, 09 February 2026
logo

‘Kurd ji bo rûbirûbûna Dîcle hêzekê dirûst dikin’

Gulan Media November 14, 2012 Nûçe
‘Kurd ji bo rûbirûbûna Dîcle hêzekê dirûst dikin’
Rojnameya Awêne belav kir ku li beramberî fermandeya operasyonên Dîcle ya ji aliyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve, serkirdayetiya PDK û YNKê hewla dirûstkirina hêzekî bi navê operasyona Dîcle dane.

Li gor gotina çavkaniyeke wê rojnameyê, serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi rêya wezareta pêşmergeyan dixwazin ji bo rûbirûbûna operasyonên Dîcle hêza operasyonên Hemrîn dirûst bikin.

Rêveberê ragihandin û hişyarî yê wezareta pêşmergeyan Helgord Hîkmet di vê derbarê de ji Rûdawê re red kir ku navê hêza operasyonên bi navê Hemrîn be û ti navek lê nehatiye kirin. Hîkmet ji Rûdawê re got: “Wezareta pêşmergeyan ji bo parastin û rûbirûbûna her egerek ji aliyê fermandeya operasyonên Dîcle ve bê holê amadekariyên pêwîst dike. Êdî nayê qebûl kirin û lewra bi mîsogerî wê ev hêz ji bo parastin û rûbirûbûna li navçeyên veqetandî yên Herêma Kurdistanê bê dirûstkirin.”

Rudaw
Top