• Monday, 09 February 2026
logo

Li Pirsûsê gundên ser sînor vala kirin

Gulan Media November 13, 2012 Nûçe
Li Pirsûsê gundên ser sînor vala kirin
Li navçeya Rihayê Sirûcê (Pirsûsê), ku tam li hemberî Kobanî cîh digre, gundên ku nêzika Suriyêne, gundên Murşîtpinar û Bagli hatin vala kirin û gundî ji gundan hatin tahliyekirin.

Li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê şîdet her diçe dijwartir dibe. Ji ber ku çendake balefirên şer yên rejîma Suriyê endamên artêşa azad li ser sînor bombardiman dike, ev rewşa gund û navçeyên li ser sînor yên Tirkiyê jî ji cîh û warên xwe dike.

Piştî Serê Kaniya Rihayê, li navçeya Rihayê Pirsûsê (Suruç) jî gund têne valakirin. Gundên Pirsûsê yên nêzika Suriyê Murşîtpinar û Bağli hatin vala kirin û gelê gundiyan jî ji gundan hatin tahliyekirin.
Bi sedema bombardiman û pevçûnan, li Serê Kaniya Rihayê, heta 19 Mijdarê dibistan hatin girtin.

Avestakurd
Top