• Monday, 09 February 2026
logo

Mam Celal: Operasyona Dicleyê dibe egera anîna ne aramiyê

Gulan Media November 14, 2012 Nûçe
Mam Celal: Operasyona Dicleyê dibe egera anîna ne aramiyê
Serokomarê êraqê Celal Talebanî ragehand ku pêkanîna fermandeya operasyonên Dîcleyê di vê demê de qet xizmeta aramî û seqamgîriya li navçeyên veqetyayî çênake, belku dibe egera anîna ajawetiyê û metirsiyan e.

Li gor nûçeyeke malpera pukmedia`yê ku zimanhalê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye roja 13/11/2012`an, Serokomarê Êraqê Celal Talebanî û sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel berpirs û rojnamevanên kanalên mekteba ragehandina YNK`ê civyaye û bi hûrî ronahî xistiye ser rewşa Kurdistan û Êraqê û pêşveçûnên li navçeyê.

Mam Celal ragehandiye ku: "Êraq di pêvajoyeke nazik de derbas dibê û pêwîste hemû alî bi riyên diyalogê û bi reşkawî goftûgoyên biratî hevkar bin û alîkariya nehêştina nakokiyan bin bo gihîştina bi rêkeftinekê û karkirin bo parastina destkeftan û pêşvebirina wan."

Serok Talebanî bal kişande ser fermandeya operasyona dîcleyê û got: "Pêkanîna fermandeya operasyonên Dîcleyê di vê demê de xizmeta aramî û seqamgîriya navçeyên cihên nakok nake, belku bi berovajî wê, dibe egera anîna ajawetiyê û gelek metirsiyan bi xwe ve tine."

Serok Talebanî di axaftina xwe de piştgîriya xwe bo daxûyaniya Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman û cext li ser pêwîstî bihêzkirina hevxebat û hemahengiya di navbera aliyên Kurdistanî kir ku hevpeymaniya stratejî ya navbera YNK`ê û PDK`ê berdê bîngehîne bo ew hevxebatiyê ye.

Xendan
Top