• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Gehêşte Tirkiyeyê

Gulan Media November 13, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Gehêşte Tirkiyeyê
Di dxuyaniyekî de Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku, li ser wexandina fermî ya Atnalticê evşev Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî heyeteke fermî gehêşte Tirkiyeyê.

Mistefa di berdewamiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, armanc ji vê serdana han ku, li ser deveta civata Atlanticê pêk hatiye beşdarî kirina Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di çaremîn komcivîna enerjî û abûrî ya civata Atlanticê ye ku, biryare di rojên 15 û 16ê vê Mehê li Îstenbulê de were lidarxistin.

Çavkanî eşkere kir ku, di vê komcivîna han de vê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di derbarê pêgeha Kurdistanê a di warê enerjî û aburî de peyvek pêşkêş bike û rûnîştineke taybetî jî di vê derbarê de were organîzekirin.

Mistefa ev yek jî eşkere kir ku, vê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê çendîn hevdîtin bi heyetên çendîn welatên beşdar yên di vê komcivînê re jî pêk bîne.
Top