Yekemîn Konferansa Abûrî Ya Îran Û Kurdistanê Evro Dest Pê Kir
Di destpêka merasima destpê kirinê de Wezîrê awedankirinê yê Hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya vê konferansa han.
Piştî bi dawî hatina axaftinên Wezîrê awedankirinê yê Hikûmeta Kurdistanê Serokê beşê berfire kirina peyvendiyên Bazirganî yên navbera Îran û Kurdistanê de Kazim Qumî, Serokê jûrên Bazirganî û çavkaniyên xwezayî yên Îraq û Îranê Yehya Îshaq û Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê jî peyvek pêşkêş kirin.
Di berdewamiya vê merasima han de jî Cîgirê Serokkomarê Îranê jî gotarek pêşkêş kir û hêvî xwest ev konferansa han bibe sedema bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de.
Her di vê merasima han de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, Gelên Kurd û Gelên Îranê xwedan peyvendiyên kevnar yên Dîrokîne û dibe evro jî ev peyvendiyên han bi her awayî werin parastin û bihêztir kirin.
Bo guhdariya gotara Serokwezîrê Kurdistanê lînka jêr bitekînin.
