• Monday, 09 February 2026
logo

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Û Konsulusê Amerîkayê Civiyan

Gulan Media November 13, 2012 Nûçe
Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Û Konsulusê Amerîkayê Civiyan
Evro li Hewlêrê Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Îmad Ehmed pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa rewşa Kurdistan, Îran û Deverê kirin û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her du alî bi awayekî berfire rewşa Îraqê nirxandin û nêrînên xwe yên di derbarê kêşeyên heyî de eşkere kirin û ragihandin ku, dibe kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane û diyalogê di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de rewşa Deverên weqetandî ji Kurdistanê û meseleya damezrandina hêzên operasiyonên Dîcleyê jî hate şîrovekirin û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, damezrandina hên han li Kerkûkê de pêngaveke dijî destûra bingehîn ya Îraqê ye lewre em weke Kurd li dijî vê pêngava han radiwestin û derfetên nadin ti aliyekî ku, beruvajî madeya 140 ti formûleke din bo wan Deveran cîhbicîh bike.
Top