Nêçîrvan Barzanî Û Heyeteke Îranî Civiyan
Di hevdîtineke de ku, Berpirsên peyvendîdar yên Îran û Kurdistanê jî têde beşdarbûn, bihêztir kirina peyvendiyên abûrî û bazirganî yên di navbera Kurdistan û Îran û herwiha dîtina mekanîzmeke baş bo cîhbicîh kirina biryar û raspartiyên konferansa evro jî hatin nirxandin.
Her di vê hevdîtina han de her du alî behsa kêşeyên heyî yên li deriyên Sînur kirin û ragihandin ku, dibe di demeke kên de ev kêşe û astengiyên han werin çareserkirin.
Her di vê hevdîtina han de biryar hate dayîn daku, komîteya hevbeş ya konferansê ev kêşe û astengiyên han bike weke raportekî û ji bo çareser kirina wan jî aliyên peyvendîdar hayedar bike.
