• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Deriyên Kurdistanê Bo Kompaniyên Fransî Vekirîne

Gulan Media November 13, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Deriyên Kurdistanê Bo Kompaniyên Fransî Vekirîne
Evro Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi heyetek ji Fedrasiyona kompaniyên Fransî re civiya.

Di hevdîtineke de ku, Konsulusê Franseyê yê li Îraq û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê û Nunera Hikûmeta Kurdistanê ya li Franseyê jî tê de beşdarbûn, heyeta hank u, Nuneratiya nêzî 23 kompaniyên curbicur yên Franseyê dike, kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û ragihand ku, armanca serdana wan bo Kurdistanê bihêztir kirina peyvendiyên curbicur yên di navbera her du welatan de ye.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê jî bixêrhatina heyeta han kir û kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de siyaset û steratejiya Hikûmeta Kurdistanê ya di warên abûrî, awedankirin û handana kompaniyên hêlbirêner rave kir û tekez li ser piştgîriya Hikûmeta Kurdistanê ji kompaniyên hêlbirêner yên Biyanî kir û ragihand ku, tevahiya deriyên Kurdistanê bo kompaniyên hêlbirêner yên Franseyê yên ku, dixwazin beşdariya prosesa awedankirina Kurdistanê bikin vekirîne.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha eşkere kir ku, Kurdistan dikare bibe destpêkek bo hatina kompaniyên Fransî bo Deverên din yên Îraqê û diyar kir ku, rewşa ewlekarî ya Kurdistanê gerentiyeke gelek baş û bihêze bo piştgîrî kirin ji hêlbirînê.

Serokwezîrê Kurdistanê di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa ewleviyetên Hikûmeta Kurdistanê di warê pêşdebirina kertên çandin, pîşesazî û torîzimê û ragihand ku, bi mebesta pêşde birina wan kertan û hêlbirîneke baş di wan waran de Hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û karasanî pêşkêş bike û kompaniyên Fransî jî dikarin di wan waran û di warê awedankirina jêrxana Kurdistanê de roleke gelek girîng bilîzin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Konsulusê Franseyê yê li Bexdayê jî diyar kir ku, kompaniyên Fransî hatine Kurdistanê daku, bizanibin Kurdistan di kîjan waran de pêdeviya xwe bi hevkariya kompaniyên Fransî heye daku, dest bi kar û çalakiyan bikin.
Top