• Monday, 09 February 2026
logo

Şevêdin Serokwezîrê Kurdistanê Gehêşte Hewlêrê

Gulan Media November 12, 2012 Nûçe
Şevêdin Serokwezîrê Kurdistanê Gehêşte Hewlêrê
Piştî serdaneke fermî bo Îranê evşev Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî dawî bi serdana xwe anî û gehêşte Hewlêrê.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di vê serdana xwe ya çend rojî bo Îranê de bi her yek ji Serokkomar, Serokê Parlementoya Îranê, Cîgirê yekem yê Serokkomarê, Wezîrê Derve yên Îranê û çendîn Rayedarên din yên wê welatî re hevdîtin pêk aniye û di wan civîn û hevdîtinan de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îranê de, rewşa Îraqê û rewşa Deverê kiriye.
Top