Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lord Sîtîvenz û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de Lord Sîtîvenz bi kurtî di derbarê karê xwe û şanda xwe bi Serok Barzanî pêşkêşkir ku weku erkekî mirovî û bi awayeke zanistî gorên bi koman hildidin û nasnameya qurbaniyan dest nîşan dikin û hemû belgeyan jî didine dadgehên navdewletî û hemû hewlek jî didin ji bo nasandina wan tawanên bi komelgeha navdewletî û ew zulm û sîtema ku beramber gelê Kurdistanê hatiye kirin.
Serok Barzanî ji bilî xistinerûya wan karesatan ku dûçarî gelê Kurdistanê bûne destxweşiyê vê karê Lord Sîtîvenz û şandê kir û ragihand ku ev kar karekî pîroze û bi alîkariya wan dikarin tawanan weku tawana dijî bi mirovayetiyê bigihînin komelgeha navdewletî û piştgîriya xwe jî ji bo wan dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
