• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lord Sîtîvenz û şanda li gel kir

Gulan Media November 12, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lord Sîtîvenz û şanda li gel kir
Duh dûşem 12/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Lord Sîtîvenz Endamê Encumena Lordên Brîtanya û şanda li gel kir ku ji hejmarek şarezayên warê lêkolînên kûştarî û bi awayeke zanistî gerana li pey gorên bi koman pêkhatibû ku ev demeke li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vî warî de kar dikin.

Li hevdîtinê de Lord Sîtîvenz bi kurtî di derbarê karê xwe û şanda xwe bi Serok Barzanî pêşkêşkir ku weku erkekî mirovî û bi awayeke zanistî gorên bi koman hildidin û nasnameya qurbaniyan dest nîşan dikin û hemû belgeyan jî didine dadgehên navdewletî û hemû hewlek jî didin ji bo nasandina wan tawanên bi komelgeha navdewletî û ew zulm û sîtema ku beramber gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Serok Barzanî ji bilî xistinerûya wan karesatan ku dûçarî gelê Kurdistanê bûne destxweşiyê vê karê Lord Sîtîvenz û şandê kir û ragihand ku ev kar karekî pîroze û bi alîkariya wan dikarin tawanan weku tawana dijî bi mirovayetiyê bigihînin komelgeha navdewletî û piştgîriya xwe jî ji bo wan dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Top