• Monday, 09 February 2026
logo

Ragihandinek ji Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê Emeliyata Dîcle

Gulan Media November 12, 2012 Nûçe
Ragihandinek ji Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê Emeliyata Dîcle
Min bi pêwîst zanî raya giştiya xelkê Kurdistan û Iraqê ji wê yekê agahdar bikim ku her li destpêkê ve em li wê baweriyê de bûn dirustkirina Fermandeya Emeliyata(operasyona) Dîcle zêdetir dibe sedema nearamiyê û xizmetê rewşa bi cîhkirina maddeya 140 a destûrê nake. Niyet û armanc û awayê pêkanîn û muameleya Fermandeya Emeliyata Dîcle dijî Kurd û pêvajoya demokrasî û pêkvejiyan û asayîkirina rewşa navçeyên veqetandiyên Kurdistanê bûye.

Demeke li benda wê yekê bûm ku derfet bê dayîn heta bê zanîn ew sozên ku bi cenabê Serok Komar dabûn, ji bo ragirtin û hilweşandina Emeliyata Dîcle digihe kuderê. Me li Herêma Kurdistanê hengaveke din li ber negirt heta ku rê bidîn li rêya diyalogê ve Emeliyata Dîcle bê hilweşandin.

Niha bi rûnî derketiye ku tu pabendiyek bi cîhkirina wan sozên ku berê ji bo ragirtina biryara pêkanîna wê Fermandeyê û asayîkirina pêvajoyê û çareserkirina aştiyaneya kêşeyan dabûn cenabê Serok Komar tûneye.

Dixwazim xelkê Iraqê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî dilniya bikim, ku bi ciddî beranberî wê hengava nedesturiyê dûvdaçûnê dikîn û helwesta me jî dibe. Bi pirs û şêwirîna li gel cenabê Serok Komar û aliyên pêwendîdarên din, ji bo retkirina her siyaset û hengav û biryarek ku armanca sepandina rastiyeke nedestûrî bê li navçeyên veqetandiyên Kurdistanê da, hengavên pêwîst li ber digrîn.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/11/2012
Top