Balefirên şer ên Sûriyeyê Serêkaniyê bombebaran kirin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên serê sibê de helîkopterên rejîma Suriyê li ser Taxa Mehetê ya Serêkaniyê ku hêzên Artêşa Azad çend roj beriya niha ketibûnê, geriyan. Hate ragihandin ku piştî helîkopteran jî balefirên şer hatine û tax bombebaran kiriye.
Li gorî çavkaniyên herêmê, di bombebaranê de bi dehan endamên Artêşa Azad hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku Artêşa Azad kuştî birîndarên xwe birine navçeya Serêkaniyê ya bakurê Kurdistanê.
Hate hînbûn ku di bomberanê de 10 malên derdorê ku ji berê de hatibûn valakirin jî hilweşiyane. Hate ragihandin ku di bomberanê de welatiya bi navê Dinya Mela Derwêş jiyana xwe ji dest daye, Îsa Mela Derwêş û kesek ku navê wî nehat hînbûn jî birîndar bûn.
ANF
