• Monday, 09 February 2026
logo

Erdogan: Divê em carek din sizayê sêdarê berçav bikin

Gulan Media November 12, 2012 Nûçe
Erdogan: Divê em carek din sizayê sêdarê berçav bikin
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd û parlemanterên BDP`ê rexne kir û ragehand ku ev hemû şantaj û xapandina welatiya ne. Her weha diyar kir ku heya niha cezayê îdamê li Amerîka, Japon, Çînê û Rûsyayê heye û divê li Tirkiyê jî ev ceza berçav re bê derbas kirin.

Erdogan li balefirxaneya Trabzonê bal kişand ser tevlîbûna parlemanterên BDP`ê ya greva birçîbûnê û got: “Evna dixwazin raya giştî bi van karên xwe bixapînin. Dewleta Tirk berpirsyare ji ber selametî û tendirustiya wan girtiyan.”

Her weha Erdogan derbarê cezayê îdamê de jî axivî û got: “Cezayê sêdaredanê li gelek welatên mezin wek Amerîka, Rûsya, Çîn û Japonê jî heye. Ji mafê meye jî em vê cezayê li Tirkiyê jî berçav re derbas bikin.”

Serokwezîrê Tirkiyê cext li ser pirsa vegerandina cezayê darvekirinê li Tirkiyê wek gavekî li hemberî ew kesên ku dixwazin seqmgîriya welat têk bidin bikar anî.

Xendan
Top