• Monday, 09 February 2026
logo

Li Agirî û Şemzînanê 28 leşker hatine kuştin

Gulan Media November 12, 2012 Nûçe
Li Agirî û Şemzînanê 28 leşker hatine kuştin
Hat zanîn, di encama pevçûn û şerê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên artêşa Tirkiyê de 15 leşker li herêma Agirî û 13 leşker jî li navçeya Şemzînan hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya HPG'ê der barê pevçûn û şerên di van rojên dawî de di navbera gerîlayên wan û leşkerên artêşa Tirkiyê de qewimîn, li 10'ê Mijdarê 15 leşker li Bazîdê a Agirî hatine kuştin û li Şemzînan jî 13 leşker hatine kuştin.

Her weha HPG'ê diyarkir ku di van pevçûnan de 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane û gerîlayek jî birîndar dîl ketiye destê artêşa Tirkiyê. HPG'ê tekez li wê yekê jî kir ku hijmara gerîlayên jiyana xwe destdayîn ji aliyê dewletê ve hatîn ragihandin derewin.

Hêjayî gotinê ye, dewleta Tirkiyê gotibû ku wan '50 gerîla kuştine.'


Avestakurd
Top