Opozisyon daxwaza encamdana Hilbijartina Civata Parêzgehan dike
Her 4 fraksyonên opozisyonê (Gorran, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî û Ayînde) li Parlemana Kurdistanê di yadeştekê de ku arasteya serokatiya parlemana Kurdistanê kirine, ku wêneyek jê ketiye destê malpera Xendan, daxwaz kirine ku Hilbijartina Civata Parêzgehan digel hikûmetê bê yekalîkirin, û di heman dema Hilbijartina Civata Parêzgehên Êraqê de bê encam dan.
Eve navreoka yadeştê ye:
Birêz / Serokatiya Parlemanê Kurdistanê
Babet / Yadeştname
Wekî hûn agahdar in pêwîst bû Hilbijartina Civata Parêzgehan di sala 2009`an de li Herêma Kurdistanê bihata encamdan, lê zêdetirî 3 salan e ku hatiye paşdaxistin.
Biryare di heyva Nîsan a sala 2013`an de Hilbijartina Civata Parêzgehên Êraqê bê encamdan.
Lewra em daxwaz dikin ku ev babet digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê yekalîkirin û di heman dema Hilbijartina Civata Parêzgehên Êraqê de bê encamdan, û ji wê zêdetir, ev mafekî yasayî û siyasî ya xlkê Kurdistanê ye, divê ku neyê piştguhxistin.
- Fraksyona Gorran
- Fraksyona Yekgirtûya Îslamî
- Fraksyona Komeleya Îslamî
- Fraksyona Ayînde
Xendan
