Meşa Amedê ya ji bo piştgiriya greva birçîbûnê
Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ku 61 rojin didome xwestin ji avahiya BDP'ê heta avahiya KCD'ê meşekê pêk bînin. Koma ku ji BDP'ê dest b meşê kirin, li ser Kolana Emekê ji aliyê sedan polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku di meşê de israr kir, rastî mudaxaleya polisan a bi bombeyên gazê û ava şit hat. Girseya ku tevlî meşê bû jî bi keviran bersîv da polîsan. Bi mudaxaleya polîsan re bûyer derket û bûyer belav dibin.
Li aliyê din polîsan bi bombeyên gazê êrîş avahiya KCD'ê ya ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê û endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin, kir. Di paçeyan de bombeyên gazê ketin avahiyê û hate ragihandin ku kesên di çalakiya greva birçîbûnê de birîndar û nerihetbûne.
Rudaw
