• Monday, 09 February 2026
logo

Meşa Amedê ya ji bo piştgiriya greva birçîbûnê

Gulan Media November 11, 2012 Nûçe
Meşa Amedê ya ji bo piştgiriya greva birçîbûnê
Girseya ku ji avahiya BDP'a Amedê heta avahiya KCD'ê ya Amedê xwestin bimeşin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Bûyer didomin.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ku 61 rojin didome xwestin ji avahiya BDP'ê heta avahiya KCD'ê meşekê pêk bînin. Koma ku ji BDP'ê dest b meşê kirin, li ser Kolana Emekê ji aliyê sedan polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku di meşê de israr kir, rastî mudaxaleya polisan a bi bombeyên gazê û ava şit hat. Girseya ku tevlî meşê bû jî bi keviran bersîv da polîsan. Bi mudaxaleya polîsan re bûyer derket û bûyer belav dibin.

Li aliyê din polîsan bi bombeyên gazê êrîş avahiya KCD'ê ya ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê û endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin, kir. Di paçeyan de bombeyên gazê ketin avahiyê û hate ragihandin ku kesên di çalakiya greva birçîbûnê de birîndar û nerihetbûne.

Rudaw
Top