Rojane 500 penaberên rojava tên Herêma Kurdistanê
Rêveberê koç û koçberan ê parêzgeha Dihokê Mihemed Ebdullah Hemo derbarê hatina penaberan de ji Rûdawê re got: “Berî demekê hatina penaberan ji Sûriyê bo Herêma Kurdistanê kêm bûyîbû, lê ev du heftene hatine penaberan zêde dibe. Rojane 50 kurdên rojavayê Kurdistanê bi rêyên neyasayî di nava sînorê parêzgeha Dihokê de tên Herêma Kurdistanê û navê xwe li kampa Domiz tomar dikin.”
Zêdetirî 41 hezar penaberên rojavayê Kurdistanê navê xwe li kampa Domiz nivîsandine û li wir dijîn. Zêdetirî 3 hezar xêzan hene, hezar û 300 kesên nezewicî hene.
Mihemed Ebdullah di berdewama axaftinên xwe de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgeha Dihokê hemû pêdiviyên despêkê yên wekî av, elektrîk, kelûpelên nav malê û zad ji bo wan penaberan biriye. Herwiha emê ji wan re dibistanan vekin û emê gelek alîkariyên din jî ji wan re veqetînin. Tendirûstiya Dihokê bi arîkariya tîma pijîjkî ya pispor ji wan re navendeke tendirûstî ya 24 saetî vekiriye.”
Ji bilî alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistina NGO, Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), kesên dewlimend û xwedî kompanya arîkariya penaberan dikin. Ji ber zêdebûna penaberan a li wê kampê, hezar çadirên din hatine zêdekirin.
Rêveberê koç û koçberan ê parêzgeha Dihokê Mihemed Ebdullah Hemo di dawiya axaftinên xwe de got: “Sînorê kampê ber bi zêdebûnê ve diçe û pêwîste ew kamp zêdetir berfireh nebe. Divê li Hewlêr û Silêmaniyê kampên din bên vekirin, em daxwazê ji herdu parêzgehan dikin ku kampan ji bo penaberên kurdên rojava vekin. Ji ber li Dihokê ji ber hatine penaberan tişt gelek giran bûne.”
rudaw
