• Monday, 09 February 2026
logo

Cebar Yawer: Dibe Hikûmeta Îraqê Girêdayî Destûrê Be

Gulan Media November 11, 2012 Nûçe
Cebar Yawer: Dibe Hikûmeta Îraqê Girêdayî Destûrê Be
Evro Peyvdarê Wezareta Pêşmerga ya Hikûmeta Kurdistanê Cebar Yawer di daxuyaniyekî de behsa hin kêşeyên heyî yên di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Kurdistanê de kir.

Yawer di vê daxuyaniya han de behsa meseleya hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, meseleya bûdceya wan hêzan, damezrandina fermandehiya operasiyonên Dîcleyê kir û ragihand ku, Hikûmeta Îraqê di tevahiya wan waran de destûra bingehîn ya Îraqê bi taybetî jî madeya 61 ya vê destûrê binpê kiriye.

Çavkanî eşkere kir ku, dibe Hikûmeta Îraqê bo çareser kirina kêşeyên heyê weke yekemîn gav girêdayî bi destûra bingehîn ya Îraqê be.
Top