Wezîrekî Hikûmeta Îraqê Yê Ser Bi Tevgera Sedir Dev Ji Karê Xwe Berda
Di vê derbarê de Wezîrê Awedankirinê yê Hikûmeta Îraqê Sahîb Deracî ragihand ku, min evro bi awayekî fermî dev ji erkê xwe berdaye û bi awayekî nivîskî jî min daxwaz ji Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir kiriye daku, daxwaza dev ji kar berdana min qebûl bike.
Deracî diyar kir ku, sedema sereke ya dev ji kar berdana min biryara hilweşandina bikar anîna formên erzaqê ye ku, ji aliyê civata Wezîran ya Hikûmeta Îraqê ve hatiye pejrandin.
