Li gorî tê ragihand, hijmareke nû ji Bajarên Kurdî li Sûriyayê bi temamî ketine destên hêzên çekdar yên Kurd, piştî ku hêzên Rejîma Sûriyayê ji wan vekişiya. Ji wan bajaran, Amûdê û Dirbêsiyê ne.
Di vê derbarê de çalakvanê siyasî Enwer Naso, ji Dengê Amerîkayê re radigihîne ku bûyerên li Serê Kaniyê bûn egera ku hêzên Esed xwe ji bajarên din wekêşin.