Serokwezîrê Kurdistanê Bi Wezîrê Derve Û Cîgirê Serokê Îranê Re Civiya
Di civîna xwe ya bi Wezîrê Derve yê Îranê re, Wezîrê Derve yê Îranê kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û ragihand ku, Komara Îranê dixwaze peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir û berfiretir bike.
Her di vê hevdîtina han de ku, Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê jî têde beşdarbû, her du alî çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du welatan de nîqaşkirin.
Her evro Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi Cîgirê Serokkomarê Îranê bo karûbarên Navnetewî Elî Seîdlû re civiya.
Di hevdîtineke dostane de behsa peyvendiyên kevnar yên di navbera xelk û Hikûmeta Kurdistanê û xelk û Hikûmeta Îranê û çawetiya bihêztir kirin û domandina wan peyvendiyan jî hate nirxandin û her du alî tekez li ser çareser kirina her cure kêşeyekî ku, dikeve ser rêya wan peyvendiyan bi rêyên aştiyane û diyalogê kirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de bi awayekî berfire behsa rewşa Îraqê û rewşa Deverê û hin kêşeyên heyî yên di navbera Îran û Îraqê de weke kêm kirina ava çand Rûbarekî ji aliyê Îranê ve jî hate kirin.
Di dawiya vê hevdîtina han de jî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî Cîgirê Serokkomarê Îranê bo karûbarên Navnetewî kir ku, biryare Sibê tevî heyeteke karsaz û Pîşesazên Îranî beşdariya pêşengeha Barzirganî ya Hewlêrê bike.
