• Monday, 09 February 2026
logo

Bi Vîdeo: Artêşa Azad nehişt ala Kurdistanê bê bilindkirin

Gulan Media November 10, 2012 Nûçe
Bi Vîdeo: Artêşa Azad nehişt ala Kurdistanê bê bilindkirin
Hêzên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê nehiştin ku ala Kurdistanê bê bilindkirin.

Li gor dîmeneke vîdyoyî ku duh li Serêkaniyê hatî kişandin, hêzên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê rê nedan ku çalakvanên kurd ala Kurdistanê bilind bikin û ji wan re gotin: “Hûn tenê dikarin ala Sûriyê bilind bikin.”

Bajarê Serêkaniyê ji roja pêncşemê ve di destê artêşa azad de ye û piraniya kurdên li bajêr ji tirsa dest pê kirina şer, koçî bajarên din ên rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê bûne.

Ji bo dîtina kilîpê vir bitikîne
Top